Li Hîndistanê ji ber zewicandina zarokên keç 2 hezar kes hatin girtin 2023-02-05 15:15:01     NAVENDA NÛÇEYAN - Li eyaleta Assam a Hîndistanê, di operasyona li dijî kesên ku zarokên keç bi zorê didin zewicandin an jî bi darê zorê bi zarokên keç re dizewicin de zêdetirî 2 hezar kes hate girtin.   Li Bakur û Rojhilatê eyaleta Assamê ya girêdayî Hîndistanê, operasyonek berfireh li dijî kesên zarokên keç bi darê zorê dizewicînin an jî bi darê zorê bi zarokên keç re dizewicin, hat destpêkirin. Hat diyarkirin ku di operasyona 2 hefteyan hatî plankirin ku duh dest pê kirî de 2 hezar û 44 kes hatine girtin.   Serokê eyaleta Assamê Himanta Biswa Sarma ji bo piştgiriyê bidin operasyonê bang li gel kir. Himanta Biswa Sarma da diyar kirin ku li eyaletê zêdetirî 4 hezar zarokên keç di temenekî pir biçûk de hatine zewicandin û ji 8 jinan yek di bin 18 saliya xwe de neçar mane zarok bînin dinê û ev jî mirina dayik û pitikan zêde dike.   Rahîp jî hatin girtin   Rêveberê Emniyeta Eyaletê GP Singh destnîşan kir ku di roja yekem de 2 hezar û 44 kes hatiye girtin. Singh ragihand ku di nav girtiyan de 52 rahîp, karbidestên herêmî yên ku destûrê didin zewacê jî hene û teqez kir ku temenê keçên ku dizewicin daketiye 12 salî. Singh anî ziman ku, di destê wan de bi tevahî 4 hezar û 74 dozên ku têne lêkolîn kirin hene.   Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, tê texmînkirin ku li Hîndistanê bi giştî hejmara zarokên ku bi darê zorê hatine zewicandin 220 milyon e.