DBP’ê li Silopyayê kongreya xwe ya asayî li dar xist 2023-02-05 12:57:00   ŞIRNEX - DBP’ê li Silopyayê kongreya xwe ya asayî li dar xist. Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr destnîşan kir ku bi pêşengiya jinên kurd dê ev sedsal bibe sedsala Gelê Kurd.   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li avahiya Rêxistina DBP’ê ya Silopyayê bi dirûşma “Bi civaka bêrêxistinbûyî ber bi jiyana azad ve” kongreya xwe ya asayî ya Silopyayê li dar xistin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Şirnexê Nuran Îmîr û Hasan Ozguneş, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), MEBYA-DER, Partiya Çep a Keskê(YSP), Hevseroka Şaredariya HDP’ê ya Silopyayê Adalet Fîdan endam û rêveberên HDP û DBP’ê tevlî kongreyê bûn.   Kongre bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Hevseroka DBP’ê ya Silopyayê Emîne Ozek û Hevseroka DBP’ê ya bajarê Şirnexê Ayşe Saglocak ji bo rêveberiya nû serkeftin xwest.   ‘Ev sedsal wê bibe sedsala Gelê Kurd’   Di kongreyê de Nuran Îmîr jî axivî û destnîşan kir ku Gelê Kurd li dijî faşîzma AKP, MHP’ê berxwedan û têkoşînek bêhempa dide û got: “Em ji pêvajoyek dîrokî derbas dibin. Ji her aliyî ve li dijî şer û faşîzma AKP û MHP ê berxwedanek û têkoşînek bêhempa tê dayîn. Gelê me di her şert û mercan de xwedî li nirxên xwe derdikevin. Gelê Silopyayê gelekî kedkar û xwedî seknek dîrokî ye. Bêtehamulî û êrîşek li dijî ziman, nasname û hebûna gel heye. Ev bajar di kesayeta jinên têkoşer de her tim bûye warê berxwedanê. Ev sedsal dê bi pêşengtiya jinên kurd bibe sedsala Gelê Kurd.“   Parlementer Hasan Ozguneş jî serkeftin ji kongreyê xwest û wiha axivî: “AKP û MHP’ê di vê pêvajoyê de xwest ku Gelê Kurd ji her aliyî ve bitepisîne lê nekarî bi ser bikeve. Ji ber wê jî Birêz Ocalan dorpêç kirine. Ev 24 sal in birêz Ocalan di bin tecrîdek giran de ye. Di şexsê birêz Ocalan de têkçûyîna Gelê Kurd dikin armanc. Lê belê Gelê Kurd tu carî paş de gavê navêje.”