Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûrê didome 2023-02-05 11:46:58     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 1’ê Sibatê de ji bo bi fîzîkî azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi koma 3’yan didome. Di çalakiyê de hat gotin divê Abdullah Ocalan azad bibe.    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 1’ê Sibatê de ji bo bi fîzîkî azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi koma 3’yan didome.   Çalalkiya greva birçîbûnê bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî cabgoriyên tevgera azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma nû Hewar Gabarî axivî.   Hewar Gabarî di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê û wiha got: “Ev 24 sal in dijminê dagirker Serokê me esîr girtiye û esaret nesekinandiye jî, bi ser wê re ev du sal in peywendiyên me ji Rêbertiya me qut kiriye bi wê ve girêdayî çekên kîmyewî bi ser zarokên me de dibarînin. Em li vir bang li gelê Kurdistanê dikin, dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye, li ku derê dibe bila bibe divê em hemû xwe bikin yek û rabin ser piyan, çalakiyan bikin û bi wî awayî bigihêjin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Ji ber ku Rêbertî ne keseke, Rêbertî welatek û jiyanek bi rûmet e.”   Piştî axaftinê çalakiya greva birçîbûnê bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ dewrî koma 3’yan hate kirin.