ʹDi êrîşan de 22 kesî çavên xwe winda kirin’ 2023-02-03 19:24:56   NAVENDA NÛÇEYAN- Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku di xwepêşandan û protestoyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê piranî jê jin in22 kesî di êrişan de çavên xwe windakirine.   Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber gule û êrişên hêzên Îranê 22 kes êdî nabînin. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê piraniya wan jinên ciwan in û tê gotin ku dibe ku hejmara wan zêdetir be.   Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê vê kiryara hêzên ewlehiya Îranê wek dijmirovahî û dijqanûnî pênase dike û wiha bi lêv dike: “Hêzên ewlekarî yên Îranê ev yek weke karekî sîstematîk ji bo tepeserkirina xwenîşandanên girseyî pêk anîne.”   Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Mihemed Emîn Muqedem got: “Yek ji gavên herî girîng dadgehkirna binpêkiriyên mafên mirovan e û pêkanîna edaletê ye, bi  rêya belgeyan eşkerekirina sûc e. Pêwîsitya vê jî bi hevkarî û tevlîbûna hemû welatiyan dibe.ʹʹ