Jinan li ser raman û wêjeyê semîner pêk anîn 2023-02-03 18:00:12   NAVENDA NÛÇEYAN- Tevgera Hîlala Zêrîn bi tevlibûna rewşenbîr û wêjevanan li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişlo semînerek li ser felsefa rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bandora wê ya li qada wêje, çand û hunera jinan, pêk anî.   Bi munasebeta nêzîkbûna 15ʹê Sibatê, salvegera komploya navneteweyî ya li dijî rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Tevgera Hîlala Zêrîn semîner li ser felsefa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bandora wê li qada wêje, çand û hunera jinan da.    Semîner ji aliyê endamên Dîwana Wêjeyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Botan Hoşê û Zara Mihemed, endamên Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê Sumeya Mihemed û Jînda Mihemed û endama Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Reşa Elo ve hat birêvebirin.   Endamên Dîwana Wêjeyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Botan Hoşê mijara yekemîn a semînerê bi rêve bir. Botan Hoşê behsa têkiliyên di navbera wêjeya jin û fikirê rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de kir û wiha dirêjî dayê: "Rêbertî bi fikir û felsefeya xwe girîngiyeke mezin da jin û wêjeya wê. Axaftina li ser wêjeya jinan a rasteqîn a ku dikeve xizmeta çareserkirina pirsgirêka jinan de, vedigere rastiya dîrokê ya ku jin tê de pêşeng bû."   Hunermend Sumeya Mihemed bal kişand ser çand û hunera jinan di rastiya jiyanê de û wiha domand: “Rêber Abdullah Ocalan bi fikrê xwe girîniyeke mezin da rola dîrokî ya jinan Êdî jin di hemû qadan de, di nava qada çand û hunerê de pêşeng in. Jinan huner û wêje parastin û pêşxistin."    Endama Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Reşa Elo bal kişand ser sîstema hevserokatiyê di Rêveberiya Xweser de û rastiya rêbertî. Reşa Elo got: "Bi saya felsefeya Rêbertî jinan heqîqet û dîroka xwe nas kirin û rêveberiyeke xweser li gorî vê heqîqetê ava kir ku jê re bû pêşeng. Jiyana hevbeş a bi zayendê din re li ser vê heqîqetê hatiye avakirin. "