Li Wanê biserdegirtina malan: 3 jin hatin binçavkirin 2023-02-03 09:40:00     WAN - Li Wanê di serdegirtinên malan de 3 jin hatin binçavkirin. Dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibe.    Li navçeya Rêyaarmûşê ya Wanê vê sibehê polîsan bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de heta niha Şengul Karaagar, Nurhan Koçak û Zîlan Koçak hatine binçavkirin. Hat zanîn ku her sê jin birine Midûriyeta Polîsan a Wanê û dibe ku hejmara binçavkiriya zêdetir be. Sedemê binçavkirinê nehat zanîn.