HDP ji bo piştevaniyê çû serdana JINNEWS û MA'yê 2023-02-02 15:55:43     ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebru Gunay ji bo piştevaniyê çû serdana JINNEWS û MA'yê.   Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay ji bo piştevaniyê çû serdana buroya JINNEWS û MA'yê ya li Enqereyê. Ebruyê bi lêv kir ku di 29'ê Cotmehê de li Enqereyê 9 rojnameger hatine girtin û ew şopdarê pêvajoyê ne. Her wiha bertek nîşanî zextên li ser çapemeniyê kir.