Bîlançoya 2022’an: Li 150 hezar û 160 jinî tundî hat kirin 2023-02-01 18:49:58   NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî rêxistina Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Malbat û Jinan di sala 2022’an de li Herêma Kurdistanê 44 jin hatine qetilkirin.   Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Malbat û Jinan bîlançoya şîdetê ya sala 2022’an eşkere kir.   Rêvebera Rêxistina Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Malbat û Jinan Fînik Şefîq di civîna çapemeniyê de diyar kir ku di sala 2022’yan de 15 hezar û 8957 dosyayên  tundiya malbatî li saziya wan hatiye tomarkirin ku ji vane 15 hezar û 160 şîdeta li hemberî jinan bû  û 459 jî dosyayên taybet ên malbatan bûn.   Li gorî bîlançoyê heta niha 4 hezar û 946 dosya tên lêkolînkirin û 8 hezar û 643 dosya hatine çaresekirin û ji vane 2 hezar û 605 ji bo dadgehê hatine şandin.   Fînik Şefîq eşker e kir ku par 2 hezar û 555 jinan serî li Navenda Şêwirmendiya Malbatî dane û ji 7 hezar çalakiyên hişyariya li dijî tundiyê hatine kirin.   Fînik Şefîq destnîşan kir ku ji ber tundiyê biryara girtina 4 hezar û 437 kesan hebû ku 3 hezar û 561 bikerên tundiyê hatine girtin. Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Malbat û Jinan ragihand ku di sala 2022’an de li Herêma Kurdistanê 44 jin hatine kuştin.