ROJEVA 01'Ê SIBATA 2023'YAN 2023-02-01 09:00:00     * Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad der barê 100’emîn sala Peymana Lozanê de axivî û got kurd Peymana Lozanê bi rewşa berê qebûl nakin û wiha anî ziman: “Ji bo me kurdan mijara girîng ev e ku di vê sedsalê de em ê Lozanê bê bandor bihêlin. Bêguman astengiyên mezin hene. Lê ji bo me ya girîng helwesta hevar e û siyaseta netewî ye." BI DÎMEN   *Jinên KBG’ê diyar kirin ku deshtilatdarî herî dawî çûye guherîna Destura Bingehîn û bi vê re careke din jin bûne hedef û bi nêzîkbûna hilbijartinan re  li dijî êrîşên mijara gotinê ne, ji bo nexşerê diyar  bikin wê di 3’ê Sibatê de bi tevlibûna jinan civînekê pêk bînin. DÎMEN HEYE   * Endama Koperatîfa Parêzerên Jin a Barcelona Paula Ponz ku di heyeta Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê cih digirt, diyar kir ku ji bo tecrîd bidawî be û Konfederalîzma Demokratîk ava bibe, divê têkoşîna yekbûyî bê dayîn. BI DÎMEN    *Bi wesîleya 24’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 6’ê Sibatê de ji du milî wê ber bi Girtîgeha TÎpa F ya ewlehiya Bilind a Îmraliyê ve meşek pêk bê. Beriya meşê jinên Wanê ku li taxan xebatan dimeşînin diyar kirin ku armanca wan azadiya Abdullah Ocalan e. DÎMEN HEYE