Der barê Nuran Îmîr de fezleke hat amadekirin 2023-01-31 18:34:10   ENQERE- Der barê Nuran Îmîr ya HDP’î de bi hinceta parvekirina ‘bila tecrîda Îmraliyê bişkê’ fezleke hat amadekirin.   Parlamentera Partiya DemokratÎk a Gelan (HDP) Nuran Îmîr li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li serçapemeniya civakî parvekirina ‘Tecrîda Îmraliyê ya sûcê mirovahiyê ye divê bê rakirin. Aştiya civakî ji Îmraliyê derbas dibe. Bila tecrîd bê şikandin’ parve kir û bi hinceta vê parvekirinê der barê wê de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê kiriye’ fezleke hat amadekirin.   Ji bo fezleke veguhere lêpirsînê bersiva Wezareta Dadê tê payîn.