Serhildana 'Jin jiyan azadî' dewam dike 2023-01-31 12:43:01     NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" dest pê kir tevî hemû zextên rejîmê jî dewam dike.    Di rojên borî de çalakvanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, bang kirin ku di rojên 30, 31 û 1’ Sibatê de li çalakiyên gelenperî pêk werin. Di vê çarçoveyê de şeva borî li beşek ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên weke Sine û Bokan ciwan daketin qadan û bi pêxistina agir û girtina riyan çalakî kirin û li dijî dewleta Îranê dirûşm berz kirin.   Herwiha li bajarên weke Tehran, Meşhed, Yezid, Kirman û Esfehan ên Îranê jî çalakî pêk hatin û li dijî desthilata Îranê dirûşme berz kirin. Herwiha ragihand ku heta gihîştina armancê wê çalakiyên wan berdewam bikin.   Herwiha duh karmand û malnişînên Rêveberiya Perwerdeyê yên piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji bo mûçeyên wan werin zêdekirin, çalakî kirin.   Li gel berdewambûna çalakiyan, zextên dewleta Îranê yên li ser çalakvan û welatiyan jî berdewam dikin. Duh li Rojhilatê Kurdistanê bi dehan kesên din hatin binçavkirin. Ji vana 2 melayên bi navê Îbrahîm Kerîmî û Luqman Emînî bûn ku piştgirî dabûn raperîna ‘Jin, Jiyan, Azadî’.   Li Zahîdan Mewlewî Abdulmecîd Muradzahî yê şêwirmendê Mewlewî Abdulmecîd Îsmaîlzehî ku kesayet olî yê Sunneyên Îranê ye hat binçavkirin.   Li hemberî van zextan biryare îro û sibehê li seranserî Rojhilatê Kurdistan û Îranê çalakî berdewam bikin.   Ji 16’ê Îlona 2022’yan ve ku raperîna “Jin, Jiyan, Azadî” dest pê kir ve nêzî 500 kes hatin kuştin û zêdetirî 19 hezar kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine girtin û binçavkirin.