'Li cihê ku edalet lê nebe tenê mazlûm tên darizandin' 2023-01-31 12:15:13     RIHA - Çalakiya Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 694’emîn de dewam kir. Malbata Şenyaşar di çalakiyê de wiha got:"Li cihê ku edalet lê nebe tenê mazlûm tên darizandin."   Çalakiya Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 694’emîn de berdewam dike. Nobeda ku dayika Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nekarî beşdar bibe, Ferît Şenyaşar li ber Edliyeyê didomîne.    'Li cihê ku edalet lê nebe tenê mazlûm tên darizandin'   Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Dayikeke ku mala wê xera bûye di bin tabelaya qesra edaletê de 694 roj in li benda edaletê ya dewlet û hikumetê ye… Li cihê ku edalet lê nebe tenê mazlûm tên darizandin.”