Cezayê girtîgehê li rojnamegera bi bavê Jîna Emînî re axivî, hat birîn 2023-01-31 11:32:57     NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Nazîla Marûfiyan ku ji ber hevpeyvîna bi bavê Jîna Emînî re kiribû weşand hatibû girtin û di 9’ê çileyê de bi kefaletê hatibû berdan 2 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Her wiha 5 salan cezayê qedexeya derveyî welat hat birîn.    Rojnameger Nazîla Marûfiyan a li bajarê Seqîz ê Rojhilatê Kurdistanê dijî, ji ber ku di 13’ê cotmeha 2022’yan de hevpeyvîna bi bavê Jîna Emînî ya li paytexta Îranê Tehranê ji aliyê polîsên Geşt-î Îrşad ve di bin çavan de hate îşkencekirin û di 16’ê cotmehê de jiyana xwe ji dest da kiribû weşand, 2 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.    Cezayê qedexeya derveyî welat   Rojnamegera Seqizî Nazîla ya 23 salî ji aliyê Şaxa 26’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi sûcê “propagandaya li dijî rejîmê” û “weşandina nûçeyên derew ên ji bo sorkirina raya giştî” ceza girt. Rojnameger Nazîla Marûfiyan a biryar li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ragihand, da zanîn ku di 28’ê çileyê de ji aliyê Şaxa 26’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve hatiye vexwendin û biryar bi awayekî fermî ji wê re hatiye teblîxkirin. Nazîla, anî ziman ku 2 sal cezayê girtîgehê yê lê hatiye birîn hatiye taloqkirin û 5 salan cezayê qedexeya derveyî welat lê hatiye birîn.    Zext lê hat kirin û gef lê hat xwarin   Rojnameger Nazîla Marûfiyan piştî weşandina hevpeyvîna bi bavê Jîna Emînî re ya di 30'yê Cotmeha 2022’an de bi fermana Serdozgeriya Polîsan a li Girtîgeha Evînê hat girtin û di dema lêpirsîna li navenda girtîgehê de zext lê hat kirin û gef lê hat xwarin.    Bi kefaletê berdan   Rojnameger Nazîla ji ber zextan du caran aciz bûbû û sewqkiribûn nexweşxaneyê û hatibû dermankirin.    Nazîla di 9’ê çileyê de bi 600 milyon tumen (14 hezar dolar) kefaletê bi awayekî demkî ji Girtîgeha Qarçakê hatibû berdan.