Danişîna doza nûçegihana me Rozerîn Gultekin hat taloqkirin 2023-01-31 11:29:33     STENBOL - Danişîna doza nûçegihana me Rozerîn Gultekîn hat taloqkirin.    Derbarê nûçegihana me Rozerîn Gultekîn de bi hinceta “Li dijî qanûna meş û çalakiyan derketiye" doz hat vekirin. 1'emîn danişîna doza wê li Buroya 58'emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Edliya Stenbolê hat dîtin. Rozerîn û parêzer Sercan Kormaz di danişînê de amade bûn. Her wiha endamên Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) ji bo piştevaniyê tevlî danişînê bûn.    Di danişînê de piştî tespîta nasnameyan dest bi îfadeyan hat kirin. Parêzer Sercan, diyar kir ku dixwazin di dadgeha esasî de parastinê bikin. Danişîn piştî parastinê hat taloqkirin.