Dema binçavkirina rojnameger Rojîn Altay hat dirêjkirin 2023-01-30 09:06:41     STENBOL - Dema binçavkirina xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Rojîn Altay rojeke din hat dirêjkirin.   Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê rojnameger Rojîn Altay di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stengbolê ve hatiye destpêkirin de li Balafirgeha Sabîha Gokçen hate binçavkirin. Rojîn pişt re anîn Miduriyeta Polîsan a Stenbolê ya li ser Cadeya Vatanê. Hevdîtina Rojîn a bi parêzeran wê re rojekê hate astengkirin.   Rojîn ji ber sînordarkirina parêzeran a 24 saetan do bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Ji ber li ser dosyaya Rojînê biryara veşartî heye sedema binçavkirina wê nehate zanîn. Hate diyarkirin ku derbarê Rojînê de biryara rojeke din a binçavkirinê hatiye dayîn.