ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2023'YAN 2023-01-29 09:00:00     *Rol û bandora çapmeniyê roj bi roj li ser civakê zêde dibe. Bersiva pirsa gelo ev fêdeyê an jî zirarê dide; di şerê ku li dijî jin, zarok û hemû civakê hatiye destpêkirin de pêkane mirov bibînin. MEDYA KRÎTÎK   * Pîruze Gelîcî ku kevneşopiya kofî ku di çanda kurd de rola wê girîng e dimeşîne, diyar dike ku ew ji ber vê kevneşopiyê dide jiyîn gelek kêfxweşe û li aliyê din jî çêkirina kofiyê fêrî kesên din jî dike. BI DÎMEN    *Jinan diyar kirin ku sedema krîza aborî polîtîkayên şer ên desthilatdariyê ne û got bi hilbijartinek nû re, bi yekîtiya Kurdan û guherîna desthilatdariyê wê çareserî pêk bê. BI DÎMEN   *Jînên ku ji bo daneşîna doza Ayşe Gokkan a wê sibe bê dîtin bang kirin gotin, "Ji bo ku di kesayeta Ayşe Gokkan de em li dijî polîtîkayên dijiminane ên li dijî jinan derkevin û têkoşînê mezin bikin em bang li hemû jinan dikin ku sibe bên ber Edliyeya Amedê." DÎMEN HEYE   *Endama Jin bi hev re Bi Hêzin Nevruz Tugçe Ozçelîk, ji bo damezrînerê Weqfa Hîranûr Yusuf Zîya Gumuşel ku keça xwe ya 6 salî ber bi tecawizê ve bir  û ê ku zarok pê re hat "zewicandin" Kadîr Îsteklî ku wê sibe cara yekê li Edliyeya Anadoluyê daneşîna doza wan bê kirin bang li hemû jinan hat kirin ku tevli daneşînê bibin.  DÎMEN HEYE