12’emîn Konferansa Jinan a Giştî bidawî bû: Zêdetir rêxistinbûn 2023-01-28 18:27:20   STENBOL- Di 12’emîn Konferansa Jinan a Giştî ya Meclîsa Jinan a HDK’ê de biryara ku wê di pêvajoya pêş de meclîsên jinan zêdetir xwe rêxistin bikin, hat girtin.   Meclîsa Jinê ya HDK'ê bi dirûşma "Raperîna me li dijî desthilatdariya mêr, israra me ji bo jiyaneke wekhev û azad e" Konferansa Jinê ya Giştî ya HDK'ê ya serdema 12'yan li Eywana Labella li dar dixe. Li eywanê pankartên bi nivîsên "Jin jiyana azadî","Wê jiyana nû têkoşîna jinê ava bike","Têkoşîna jinê nikare bê darizandin"   Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan, Pevîn Buldan, Berdevka meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, parlamenter Pero Dundar û Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), jinên Elewî û gelek nûnerên rêxistinan ên jin tevlî konferansê bûn.   Piştî axaftinên Esengul Demîr, Pervîn Buldan û nûnerên partiyan, konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Di konferansê de pêvajoya siyasî hat nirxandin.   Pêvajoya siyasî hat nirxandin   Jinan di konferansê de mafê axaftinê girtin, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, hilweşîna ekolojîk, zextênli ser Kurdan û Elewiyan, feshkirina Peymana Stenbolê û gelek mijarên din nirxandin kirin.  Her wiha li ser rêxistibûna jinê hat sekinandin û gotin wê sedsala 21’ê bibe sedsala jinê.   Jinan balkişandin ser tecrîdê û bi lêv kirin ku navenda şer Kurd û Kurdistane û gotin şer berdewama tecrîdê ne.   Di beşa duyem de rapora faliyetê hat xwendin û jinan dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ berz kirin. Piştî navberê jinan nirxandin domandin û di runiştinê bi taybet li ser zêdetir rêxistibûna jinan hat sekinandin û hat gotin ku divê meclîsê jinan bên xurtkirin.    Li ser biryaran lihevkirin   Piştî axaftinan pêşnûma biryarê hat xwendin. Biryarên hatin girtin pêşkêşî dengdanê kirin û jinan li ser biryaran lihevkirin.   Herî dawî lîsta Meclîsa Giştî hat xwendin û di lîsta meclîsa giştî de 51 jinî cih girt.