Greva birçîbûnê ya girtiyan daye destpêkirin didome 2023-01-28 18:25:49   ÎZMÎR- Girtiyan li dijî binpêkirinên mafan yên li Girtîgeha Jinan a Şakranê û Girtîgeha Tîpa T ya Hejmar Yek a Afyonê dest bi çavakiya greva birçîbûnê kiribû û çalakiya wan didome.   Li girtîgeha Jinan a Şakranê li dijî tecrîda giran û binpêkirinên mafan di 2’ê Çile de girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger kirin. Çalakî ewil ji aliyê nivîskar Leyla Saraç ve hat destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi girtiyên cuda 10 roj navberan didome.   Heyeta ku ji parêzerên Baroya Îzmîrê pêk tê, çû Girtîgeha Jinan a Şakranê  û bi girtiyan re hat gel hev. Parêzeran da zanîn ku wê agahiyên destê xwe de bi raporan aşkera bikin.   Li aliyê din jî li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar Yek a Afyonê girtiyanli ijî zext û binpêkirinan di 3’ê Çile de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-dorneveger kirin.Ewil 2 girtiyan da destpê kir û niha 9 girtî didomînin.