Hevserok Tara Hisên: Binçavkirina hevserokê me siyasî ye 2023-01-28 15:38:27     NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên binçavkirina Hevserokê Tevgera Azadî şermezar kir û got: "Binçavkirina Selam Ebdullah siyasî û derhiqûqî ye."   Hevserokê Tevgera Azadî Selam Abdullah di 27’ê çileyê de li Ranyayê ji aliyê hêzên Asayîşa Ranyayê ve hat binçavkirin. Li dijî binçavkirinê endamên partiyê li ber Asayîşa Raperîn ya Ranya kom bûn û daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisen axivî û bertekên xwe anî ziman.    Tara, destnîşan kir ku binçavkirina Hevserok Selam Abdullah biryareke siyasî û derqanûnî ye û got: "Mamoste Selam Abdullah li gel ajokar û keseke din ji bo kareke civakî çûbû herêmê û di vegerê de li benda kontrolê pêşiya wan hatiye girtin. Li gorî agahiyên dibêjin ku li benda kontrolê nesekiniye û derbas bûye ne rast e. Ew kesê ajokar şahid e.   Eger neyê berdan wê helwestên me cuda hebin. Her çendî ku me xwestibe bi rêya dîplomasî bê azadkirin jî lê heta niha encamek bi dest nehatiye xistin. Ji bo wê em ê rêyên din bikar bînin.”