Nobeda Edaletê di roja 691'ê de ye 2023-01-28 11:28:53     RIHA - Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 691'ê de dewam dike. Malbata Şenyaşar peyama berdemiya têkoşîna da û got:"Daxwaza me ya milyonan e. Heta heq cihê xwe bibîne em ê têkoşîna xwe bidomîne."   Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn.   'Daxwaza me ya milyonan e'   Malbata Şenyaşar hesabê Wezîrê Dadê Bekir Bozdag û yê Waliyê Rihayê etîket kir û got:"Dîrok tim qeyd dike ku kesên bi ser dikevin, berxwedêr in, hilma wan fireh e û bi dîsîplîn in. Bi têkoşîna dayikê heqîqet derketin holê. Daxwaza me ya milyonan e. Heta heq cihê xwe bibîne em ê têkoşîna xwe bidomîne."