Li Sêrtê hemû çalakî heta 15 rojan hat qedexekirin 2023-01-28 10:54:29     SÊRT- Walîtiya Sêrtê ragihand ji 30’ê Çileyê heta 14’ê Sibatê hemû meş, mîtîng û çalakî hatine qedexekirin.   Walîtiya Sêrtê heta 15 rojan hemû meş, mîtîng û çalakî qedexe kir.   Walîtiyê diyar kir li bajêr ji 30’ê Çileyê heta 14’ê Sibatê hemû meş, mîtîng, çalakî, avakirina standan, kampanyayên îmzeyan û daxuyaniyên çapemeniyê hatine qedexekirin.