Pergaleke ku dikare serdestiya mêr hilweşîne: Komara Demokratîk 2023-01-28 09:01:40       Rozerîn Gultekîn   STENBOL - Endamên TOP’ê diyar kirin ku wê di pêvajoya Komara Demokratîk de jin kirdeya aktîf bin û bi nêrîna jinê Komara Demokratîk, Destûra Bingehîn û jiyan, avakirin hewcedariyek lezgîn û rojevî ye.   Desthilatdariyên bi hezaran salan berê bi nêrîna serdestiya mêr hatin avakirin, her qada jiyanê bi zîhniyetên xwe serobino dikin. Dewleta Komara Tirkiyeyê ku 100 sal berê xwe di bin navê komarê de kir dewlet, bi rewşa xwe ya heyî ji bo gelan nabe bersiv. Li dijî vê jin û gelên bindest diyar dikin ku divê komar demokratîk bibe û ji bo vê di pêvajoya pêş de ji bo vê têdikoşin.   Xebatên demokratîkirina komarê   Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) û pêkhateyên wê demên dawî de li ser xebatên avakirina ‘Komara Demokratîk’ xebatan pêk tînin. Xebata yekemîn di 7’ê çileyê de bi pêşengiya Partiya Azadiya Civakî (TOP) li Stenbolê bi sempozyumek sernavê ‘Riyek derketinê heye: Komara Demokratîk’di bin 14 sernavan de hat nîqaşkirin. Dîsa Partiya Soyalîst a Bindestan (ESP) jî panelek bi sernavê ‘Krîza komara burjuvazî û rojevîbûna şoreşê’ di 29’ê çile de wê li Stenbolê pêk bîne. HDP jî wê navbera 4-5’ê sibatê Konferansa Komara Demokatîk pêk bîne.   Jinên TPO’ê derbarê sempozyuma ku pêk anîbûn de nirxandin kirin.   ‘Pergaleke ku dikare serdestiya mêr hilweşîne’   Endama Koordînasyoana Navenda TOP’ê Cemîle Baklaci diyar kir ku Komara Demokratîk ku ji bo wê têdikoşin divê bi komara di 1923’yan de hatiye avakirin re bînin hember hev û got di Komara Demokratîk de jin kirdene û tevli dibin û wiha got: “Ev pergal pergaleke ku dikare serdestiya mêr hilweşîne. Hewedarî bi nîqaşkirinên Komara Demokratîk hene. Ji bo jiyan di şertên jiyaneke mirovahî de bijîn ji bo zarok wekhev bijîn, ji bo jin raste rast di pêvajoyê de cih bigiri, divê em di vê pergalê de cih bigirin. Kirdeyên aktîf yên vê guherînê jin in.”    Pêşniyarên çareseriyê divê bi Destura Bingehîn re bibin yek   Cemîleyê her wiha destnîşan kir ku gelek girîng e ku jin di pêvajoya Komara Demokratîk de cih bigirin û hewcedarî heye ku çareseriyên derxistine holê bi Destura Bingehîn û Komarê re bibe ye. Cemîleyê wiha dawî lê anî: “Ji bo hewcedariyên lezgîn pêk bên cihên ku divê rêxistinbûn lê hebin, herêm û meclîsên taxane. Ev teşeyê rêveberiyê ku jin xwe birêve dibin û muxatab tên girtinê ne. Hewcedariya me bi avakirina vê zemînê heye.”   Komara Demokratîk bê jinan nabe   Endama TOP’ê Ozge Karbo bi lêv kir ku Komara Demokratîk di alî berxwedana jinan de encam û derketine û wiha bi lêv kir: “Em têkoşîna azadiyê didin û dibêjin ku Komara Demokratîk riya çareseriyê ye. Ji bo ev pêvajo bi şoreşê re bibe yek rola jinan girîng e. Em li dînamîkên Tirkiyeyê binêrin piranî tevger bi destê jinan pêk tên. Ji ber vê jî Komara Demokratîk bê jinan nabe. Jinên têkoşîna jiyanê didin ji aliyê desthilatdariyê ve tên binpêkirin. Ji ber vê jî nîqaş ji vir dest pê dikin. Ev nîqaş derdikevin Komara Demokratîk. Komara Demokratîk têkoşîna rizgariya hemû bindestane. Têkoşîna avakirin acivakek femînîst û demorkatîk e. Ez bang li hemû kesî dikim. Ji bo avakirina Komara Demokratîk divê em têbikoşin.”   ‘Riya diçe sosyalîzmê’   Endama TOP’ê Hatîce Goz jî nêrînên xwe anîn ziman û destnîşan kir ku Komara Demokratîk ji bo Tirkiyeyê hewcedariyek lezgîne û ligel vê jî bi Destura Bingehîn re ya pêk tê re jin neçar mane têbikoşin û wiha bidawî kir: “Komara Demokratîk di riya ku diçe sosyalîzmê de pêngaveke girîng e. Bi vî awayî em dikarin rê li ber azadiyê vekin.”