Girtiyên jin binpêkirin vegotin: Divê pêkanînên kêfî bidawî bin 2023-01-27 21:36:15   AMED- Girtiyên jin yên li girtîgeha Jinan a Amedê ji Koma Xebata Girtîgehê ya Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê re nameyek şandin û binpêkirin ragîhandin.   Girtiyên jin yên li girtîgeha Jinan a Amedê girtî binpêkirinên mafan bi nameyekê ji Koma Xebata Girtîgehê ya Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê re ragîhandin.   Girtiyan diyar kirin ku cotkamerayên li koxuşan û paçeyên hewadankê jî tê de tacîza sê alî pêk tê û got: “Kamera di têketina lavaboyê de hatiye bicihkirin. Kamera tuwalet û serşoyê dibîne. 24 saetan tê şopandin.  Di koxuşên ku 10 kes dimînin de em neçar dimînin di serşoya metrekareyekê de cilên xwe li xwe bikin.”   Lêgerîna tazî   Di nameyê de balkişandin ser pêkanînên kêfî û destnîşan kirin ku dema dibin nexweşxane û dadgehan pêkanînên kêfî yên rumeta mirovan dişkînin pêk tînin û pêkanîna cot keleçeyê jî her tim pêk tînin. Her wiha ev tişt hatin gotin: “Lêgerîna tazî jî  rumeta mirovan dişkîne û îşkenceyeke. Li ser mirovan texrîbata mezin dihêle. Dîsa li malbat û zarokan jî di bin navê lêgerînê de lêgerîna tazî tê ferzkirin.    Rojnameyên Kurdî nadin   Qedexeya pirtûk û rojnameyan didome. Me ji rojnameya Kurdî ya Xwebûn  bêpar dihêlin. Kovar, pirtûk qedexene. Nahêlin em bibin abone. Du mehan carê 10 pirtûkan didin. Mafê me xwedîhandina xwedîbûnek baş û tenduristiyê demek dirêje tê binpêkirin. Divê ev binpêkirin demildest bidawî bin. Divê mafê xwedîbûnê neyê astengkirin. Girtiyên nexweş yên bi rapor hene. Divê menuyên taybet ji bo wan hebin.Divê ev pêkanîn demidlest bidawî bin.”