Girtiya nexweşa giran Fatma Tokmak di bin tecrîdê de tê girtin 2023-01-27 09:10:48     STENBOL - Girtiya nexweşa dil Fatma Tokmak ku rewşa wê her diçe giran dibe, tevî ku heta îro gelek carî serî li ATK’ê daye jî heman bersiv girtiye: “Dikare girtî bimîne.”   Li hemberî girtiyên nexweş polîtîkayeke taybet a şer tê meşandin. Polîtîkayên ku tên meşandin dibe sedema mirina girtiyan. Yek ji van girtiyan jî Fatma Tokmak e. Fatma Tokmak a di 1996'an de li Kocaeliyê hat binçavkirin û 20 rojî bi zarokê xwe yê du sal û nîvî yê bi navê Azad re bi îşkenceyê rû bi rû ma ev 22 sal in li girtîgehê tê girtin. Fatma nexweşa dil a giran e, ji ber xwîn naçe dilê wê loma divê ji hefteyê carekê xwîna wê bê guhertin, her wiha nexweşiya şekir  pê re heye û di warê girtina hilmê de zehmetiyê dibîne. Fatma di bin şertên giran de tê hiştin û bi binpêkirina mafan rû bi rû tê hiştin.   Fatma nayê tahliyekirin   Tevî nexweşiya giran Fatma li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê di bin tecrîdê de tê girtin. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ku parêzera Fatmayê bû diyar kir ku raporên ku Saziya Tipa Edlî (ATK) dide dijhiqûqiye û wiha vegotibû: “Fatma dema girtî bû bi raporên ATK’ê hat berdan. Lê heman Tipa Edlî  ku berê gotibû Fatma nexweşe piştî ceza teqez bû me serî li taloqkirina înfazê da lê îro rapora ‘dikare girtî bimîne’ dide. TÎHV’ê rapora ‘nikare girtî bimîne’ daye. Lê  ATK mixabin ji bo girtiyên siyasî biryarên dij etîka tipî dide.  Fatma Tokmak ya nexweşa girane nayê berdan.”   Îşkenca bi kelepçe   Di 12’yê çileyê 2022’yan de ji ber di nirxên xwînê ya Fatmayê de guherîn hebû doktorên Nexweşxaneya Dr. Sadî Konuk a Lêkolîn û Perwrede û Nexweşiyên Sîngê, diyar kirin ku divê Fatma teqez bê nexweşxanê. Lê dema Fatmayê dibin nexweşxanê dixwazin bi zor bi nivînê ve kelepçe bikin. Fatma vê rewşê qebûl nake û wê dibin girtîgehê. Heman rojê dîsa nexweş dikeve û dibin nexweşxanê, xwîna wê diguherin. Piştre dibin girtîgehê û bi hevalek wê re dikin karantînayê.   Muxatab tune    Ji parêzerên wê Jiyan Kaya diyar dike ku di hevdîtina vekirî ya 26’ê çile de Fatma derneketiye revîrê û der barê daxwazên wan de tu muxatab tune ne. Rapor li TÎHV’ê ne   Raporên der barê rewşa Fatmayê de li Weqafa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ne.  Lê ji ber butonên lezgîn yên girtîgehê hatine girtin û hem jî di vegera nexweşxaneyê de 14 roj karantîna heye û ji ber nexweşiyên xwe Fatma nikare tenê bimîne, naxwaze biçe ATK’ê.   Serlêdanên ATK û encamên wê   Parêzerên wê di gulana 2022’yan de carek din serî li ATK’ê dan û 10 roj bi navber birin ATK’ê. Rapor di 13’yê Hezîrana 2022’yan de derket û der barê Fatmayê de biryara ‘Fatma tenê dikare jiyana xwe bidomîne’ hat dayîn.   Nikare bimeşe   Di îlona 2022’an de midûra girtîgehê guherî û bi vê re jî binpêkirin derketin asta jor. Hat hînbûn ku Fatma di vê pêvajoyê de di meşê de zehmetiyên mezi dikşîne nikare hilmê bigire.   Bang didomin   Komîyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê bi armanca balê bikşînin ser rewşa Fatmayê her hefte ‘Rûniştina F’ pêk bînin û her wiha parêzerên Fatmayê û rayagiştî jî ji bo Fatma demildest bê berdan bang dikin.