'Di pêvajoya hilbijartinê de rojeva Gelê Botanê şer e' 2023-01-27 09:08:33     ŞIRNEX - Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Sabuha Akdag diyar kir ku di pêvajoya hilbijartinê de rojeva gelê Botanê şer e û got, "Li Botanê şerekî giran diqewime. Armanca gelê me rawestandina vî şerî ye." Gelê me dixwaze ji vî şerî re çareseriyê bibîne."   Her ku hilbijartin nêzîk dibe, desthilatdariya AKP-MHP'ê êrîş û zextên xwe yên li ser partiyên mûxalefetê zêde dike. Bi taybetî jî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji van êrîşan para xwe digire. Li aliyekê doza girtina HDP'ê, li aliyê din jî hikûmeta ku hesabên alîkariya xezîneyê girtiye, hewl dide siyaseta Kurd têk bibe. Tevî hemû êrîş û zextan jî HDP di polîtîkaya rêya sêyemîn de israr dike.  Li dijî tifaqên Cumhur û Millet di meha Îlonê ya 2022’an de bi pêşengiya HDP'ê tîfaqa Ked û Azadiyê hate avakirin û bi vê yekê nîşan da ku Gelê Kurd û yên Tirkiyeyê ne bêçare ne. Piştî ku dîroka hilbijartinê ji aliyê serok komar Recep Tayyîp Erdogan wekî 14’ê Gulanê hate diyarkirin gelek partî û rêxistinên siyasî ketin pêvajoya hilbijartinê û dest bi xebatan kirin.    Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Şirnexê Sabuha Akdag derheqê rojeva hilbijartinê de nirxandin kir.     ‘Em ne bêçare ne’   Sabûha daxuyand ku xebatên wan ên ji bo hilbijartinê dest pê kirine û got: “Wekî di her hilbijartinê de desthîlatdarî dest bi êrîşên xwe dike. Di her pêvajoyê de êrîş û zextên xwe bi rêbazek nû dike. Em weke HDP heta niha çawa ku me di her şert û mercan de xebatên xwe berdewam kirine ji vir û şûnde jî em ê xebatên xwe zêdetir bikin. Em ne bêçare ne. Em ê li gorî polîtîkayên partiya xwe ya ku di vê pêvajoyê de dane pêşiya xwe xebatên hilbijartinê bimeşînin. Derheqê girtina partiye de gelek nerîn hene. Lê belê nerîna ku dibêjin wê partî bê girtin ji bo Gelê Kurd ne xem e.  Ji ber ku Gelê Kurd baş dizane ku gelek caran partiyên temsîla wan dikin hatine girtin. Lê li gel van êrîşan partiyên me xwe dîsa ji nû ve ava kirine. HDP sîyasetek di nav gel de dimeşîne. Em wekî partî ger ku partiya me bê girtin ne bêçare ne. Gelê me jî vê  baş dizane û li gorî vê pêvajoyê tevdigere. Gava em diçin nav gel jî gelê me piştgiriya xwe ya ji bo partiyê tîne ziman. Ev jî bêguman hêvî û moralê me zêdetir dike.”   ‘Em ne partiyek sîstemê ne’   Sabuha, bal kişand ser blokekirina alikariya xezîneyê ya ji bo partiya xwe jî û diyar kir ku desthîlatdar armanc dike ku xebatên HDP’ê werin asteng kirin û wê têk bibe. Sabuha, got: “Em dizanin ku bêriya niha gava piştevaniya xezîneyê tune bû jî partiya me xebatên xwe di her şert û mercan de pêk anîn. Heke alikarî tune be jî gelê me dê piştgiriyê bide. Em ne partiya sîstemê ne, partiya gel in. Lewra gel di her zehmetî û zorê de jî li pişt me ye.”   ‘Rojeva Gelê Botanê de şer heye’   Sabuha, destnîşan kir ku li gel li pêvajoya hilbijartinê ku li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin jî di rojeva Gelê Botanê de şer heye û daxwaza gel rawestandina vî şerî ye. Sabuha, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Li Botanê şerekî dijwar diqewime. Hêvîya gelê me jî rawestandina vî şerî ye. Gelê me dixwaze êdî ji vî şerî re çareseriyek bê dîtin. Daxwaza me jî hertim rêya aştiyê ye. Li dijî vî şerî aştiyek mayînde tê xwestin. Ji bo aştiyek mayînde jî divê ew partiyên ku ji xwe re dibêjin ew muxalîf jî têkoşînê bidin. Her wiha mijareke din a girîng ku di rojeva gel de germahiya xwe diparêze jî rewşa girtiyên siyasî û tecrîd e. Di rojeva me de jî ev mijar hene û ji bo çareserkirina van mijaran em ê biçin hişbijartinê.”   ‘Gelê Botanê dê xwedî li vîna xwe derbikeve’   Sabuha, da zanîn ku di her hilbijartina hatiye kirin de desthîlatdariyê gelek lîstik pêk anîne û got: “Gelê me dê li hemberî van lîstikan hişyar be. Ji ber ku gelê me jî di ferqa girîngiya vê hilbijartinê de û dê li gorî pêvajoyê nêz bibe. Heta niha me amadekariyên xwe yên ji bo hilbijartinê yên sindoq û komîsyonan li navend û navçeyên Şirnexê temam kirine. Çawa ku Gelê Botanê heta niha xwedî li vîn û partiya xwe derketiye wê di vî hilbijartinê de jî li vîna xwe xwedî derbikeve.”   ‘Sîyaset mecbûr e pirsgirêka kurd çareser bike’   Sabuha, di berdewamiya axaftina xwe de li ser polîtîkayên maseya 6’emîn jî sekinî û wiha pêde çû: “Maseya şeşemîn jî naxwaze pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Lê armanc û polîtîkaya me zêdetir li ser çareserkirina pirsgirêka kurd e.  Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin sîyaseta Tirkiyê her biçe dê têk biçe. Aboriya wan her diçe têk diçe û ji her aliyî ve kaos û alozi li Tirkiyê kûrtir dibin. Gava mijar dibe pirsgirêka kurd tu partiyên sîstemê naxwazin ev pirsgirêk bên çareserkirin. Lê dîsa jî mecbûrin ku vê pirsgirêkê çareser bikin.”     ‘Tîfaqa Ked û Azadiyê ji bo gelan hêvî ye’   Sabuha, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gava partiya me rêya xwe diyar kir, civakê jî di vî aliyî de sekna xwe nîşan da. Ji ber ku civak naxwaze di navbera tîfaqa Cumhur û tîfaqa Milletê de bêçare bimîne. Tîfaqa Ked û Azadiyê ji bo tevahî gelên Tirkiye û Gelê Kurd hêvî û alternatîfek mezin e. Gelê me partiyek ji sîstemê naxwaze. Kîjan partî ji bo pirsgirêka kurd bê çareserkirin hewl bide wê gel piştgiriya wê bike. Tîfaqa Ked û Azadiyê hem ji bo pirsgirêka Kurd û hem jî ji bo xelasiya ji koas û aloziyên li Tirkiyê çareserî ye. Gelê Kurd di vê pêvajoyê de ji her tiştî re amade ye. Em jî wek partî amade ne. Em ji gelê xwe re dibêjin ku bi vê piştgiriya hevpar em ê bi ser kevin.”