ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2023'YAN 2023-01-27 09:00:00     *Kurdên antena uydu dan ser banê xwe bi zextên dewletê re hatin rû hev, îşkence dîtin. Heman tişt ji bo pirtûk û kovaran jî derbasdar e. Xebatkarên weşanên Kurdî zilm dîtin. Bedel bi jiyana xwe dane. Lê Kurdan tevî her tiştî dest ji mafê xwe bernedan û ji bo zimanê xwe têkoşiyan. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *Berdevka Ekolojiyê ya Kongreya Star Rihan Temo têkildarî texrîbatên ekolojîk ên bi şer pêk hatine nirxandin kir û got: “Li gel şerê fîzîkî, êrişek bi çekên kîmyewî, êrişên taybet, polîtîkayên koçberiyê û bêmirovkirina axa Kurdistanê tê meşandin. Em li hemberî hemû texrîbatan bi şoreşa xwezayê re aramiya cîhanî dikin armanc. Li dijî êrişan, em şoreşa ekolojiyê didin meşandin. Şoreşa bi pêşengiya jinê wê bi ser bikeve.” DÎMEN HEYE   *Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Sabuha Akdag diyar kir ku di pêvajoya hilbijartinê de rojeva gelê Botanê şer e û got, "Li Botanê şerekî giran diqewime. Armanca gelê me rawestandina vî şerî ye." Gelê me dixwaze ji vî şerî re çareseriyê bibîne." DÎMEN HEYE   *Girtiya nexweşa dil Fatma Tokmak ku rewşa wê her diçe giran dibe, tevî ku heta îro gelek carî serî li ATK’ê daye jî heman bersiv girtiye: “Dikare girtî bimîne.”   *Meclîsên Jinan ên HDP’ê bi dirûşma ‘Serhildana me li dijî serdestiya mêr e, israra me jiyana wekhev û azad e’ wê 12’emîn Konferansa Jinan a Giştî pêk bîne. Endama Meclîsa Jinan a HDK’ê beriya konferansê bang li jinan kir ku piştevaniyê mezin bikin. DÎMEN HEYE   *2'emîn daneşina doza kujerê Pakistan Demîr a li Kerboranê hat qetilkirin Mehmet Emîn Oner hat dîtin. Mehmet Emîn Oner dîsa tevli daneşînê nebû. Dayik û xuşka Pakistanê ku bertek nîşanî rewşê dan, anîn ziman ku kiryar ji aliyê dadgehê ve tê parastin û ji bo daneşîna dozê ya bê  bang li hemû jin û saziyên jinan kirin ku xwedî li dozê derkevin.  DÎMEN HEYE