Doza parêzvanên maf hat taloqkirin 2023-01-26 20:09:20   WAN - Husyîn Yavîç û Sevîm Çelîk yên ji ber tevli çalakiyekê bibûn doz li wan hatibûn vekirin, runiştina wan taloqî dîrokek din hat kirin.   Li Wanê der barê mirina Dr. Rumeysa Berîn Şen daxuyaniyek hatibû dayîn.  SErokê dema berê yê Odeya Tabîban a Wan-Colemêrgê Dr. Huseyîn Yavîç û nûnera Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Sevîm Çîçek ji ber tevli daxuyaniyê bibûn der barê wan de doz hatibû vekirin. Runiştina sêyemîn li 4’emîn Dadgeha Ceza Asliye ya Wanê hat dîtin.   Sevîm û Huseyîn diyar kirin ku darizandina wan dijhiqûqiye û berata xwe xwestin. Heyeta dadgehê  runiştin taloqî 12’ê Nîsanê kir.