KNK’ê derbarê têkoşera Kurd Kiwêstan Dawudî de daxuyaniyek weşand 2023-01-26 14:31:46     NAVENDA NÛÇEYAN - KNK’ê, ji bo Endama Konseya Rêveber a KNK’ê Kiwêstan Dawudî ya jiyana xwe ji dest da wiha got, “Hevrê Kiwêstan, bila çavên te li şûn nemînin, em ê li ser şopa te bimeşin, em ê axîn û wesayetên te pêk bînin.”   Endama Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û têkoşera Kurd Kiwêstan Dawudî danê sibehê ji ber nexweşiya pençeşêrê li parêzgeha Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da. Konseya Rêveber a KNK’ê ji bo têkoşera Kurd Kiwêstan Dawudî jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek nivîskî weşand.    Xebatkarek çalak bû   Di daxuyaniya Konseya Rêveber a KNK’ê de ev tişt hate gotin: ”Xebera xembar û dilsoj a wefata Endama Konseya Rêveber a KNK ê Birêz Kiwêstan Dawudî, gihişt me û em bi vê yêkê gelek xemgîn in. Birêz Kiwêstan Dawudî, di destpêka şoreşa Rojhilata Kurdistanê de cihê xwe girt û ji ber wê xebata xwe kete zindanên rejîma Îranê. Demeke dirêj di zindanên rejîmê de ma. Piştî ji zîndanê derket, xebata xwe berdewam kir û derket derveyî welat. Li derveyî welat jî, heta roja dawî ya jiyana xwe, bi temamî di xeta welatparêziyê de xebatkarek çalak bû. Birêz Kiwêstan Dawudî, ji pazdeh salan zêdetir e endamek çalak a KNKê bû û her wiha endama Konseya Rêvebir ya KNK'ê bû. Di hemû kar, çalakî û civînên KNK’ê de weke endameke serkêş amade bû. Bi taybetî di xebatên ji bo Rojhilatê Kurdistanê de xwedî cihekî diyar bû. Dema ku serhildanên li ser şehadeta Jîna Emînî dest pê kirin, Heval Kiwêstan bi wî halê xwe yê nexweşiya giran de jî, tevlî çalakiyan bû û di nava serhildanê de cihê xwe girt. Wefata Hevrê Kiwêstan ji bo me û ji bo hemû gelê me, windahiyek mezin e. Em ji ber wefata Birêz Kiwêstan Dawudî gelek xemgîn in, xemgînîya malbatê û dost û hevrêyên wê parve dikin. Bi vê wesîleyê em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê, xebatkarên şoreşê û malbata wê re dixwazin. Hevrê Kiwêstan, bila çavên te li şûn nemînin, em ê li ser şopa te bimeşin, em ê axîn û wesayetên te pêk bînin.”