Khadija Assad a şanogera Mexrîbî ye, jiyana xwe ji dest da 2023-01-26 12:55:51     NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji navên herî girîng a şano û hunera Mexrîbê Khadija Assad di 71 saliya xwe de ji ber nexweşiya pençeşêrê ya dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Şanogera Mexrîbî Khadija Assad ev demek dirêj bû ji ber pençeşêrê dihat dermankirin.    Şanogera Mexrîbî Khadija Assad ya 71 salî ya ev demek dirêj bû ji ber pençeşêrê dihat dermankirin li mala xwe ya rojên xwe yê dawiyê lê derbas kir jiyana xwe ji dest da.   Khadija Assad yek ji navên li pêş a di lîstokên şano, sînema û bernameyên televîzyonê yê Mêxrîbê de bû. Şanogera ku herî zêde bi performansa xwe ya di lîstokên komediyê de hat nasîn, îmze avêt gelek xebatên hunerî.