Şêniyên Qamişloyê tevlî hemleya komkirina îmzeyê bûn 2023-01-26 09:24:41     NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanyaya îmzeyê ya ji bo bidawîkirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dewam dike.    Şêniyên Qamişlo ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, beşdarî hemleya komkirina îmzeyan bûn ku bi rêya avakirina komîteyan di nava komînan de dest pê kir.   Hemleya komkirina îmzeyan roja sêşemê ji aliyê Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bi koordîneya Însiyatîfa Sûriyeyê ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşma "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwaza rakirina tecrîda li ser rêber Ocalan û pêkanîna azadiya fîzîkî ji bo wî dikin" hate destpêkirin da ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne.   Ev hemle piştî lidarxistina civînan bi komîn û nûnerên saziyan re li bajarok, navçe û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate destpêkirin da ku komîteyên pispor werin avakirin û mekanîzmeya komkirina îmzeyan û destpêkirina hemleyê bişopînin ku dê di 15 'ê Sibatê de bi dawî bibe.