‘Pirsgirêkên jinan biçûk dibînin’ 2023-01-26 09:23:48   Sema Çaglak   ŞIRNEX - Parezêr Aycan Îrmez, diyar kir ku pirsgirêkên jinan biçûk tên dîtin, nîqaşkirina vantê astengkirin û got: “Di rojevê de divê mijara yekser ewlehiya jiyan be. Ji ber ku di vê pêvajoyê de jin ne di ewleyê dene. Bi polîtîkayên bêcezahiştinê jî qirkirina jinê pêk tê û ev qirkirin jî tê rewakirin.”   Di pêvajoya ku her diçe bûyerên qetîlkirina jinan, destdirêjî û êrîşa zayendî ya li dijî jin û zarokan zêde dibe de, desthilatdar desthîlatdar li dijî parastina jinan polîtîayê dikin. Bi taybetî piştî ku Peymana Stenbolê di şevekê de hate feshkirin polîtîkayên xwe yên li dijî jin û zoarkokan zêdetir kirin. Di vê serdemê de polîtîkayên bêcezahiştinê derketin lutkeyê û kiryaran jî ev polîtîkayên desthilatdariyê ji xwe re kirin mertal. Li Şirnexê jî para xwe ji bûyerên qetîlkirina jinan ku zêde bûn û yên testdirêjiya li jin û zarokan girt. Jin û zarok bi desten cerdevan, leşker, polîs û peywirdarên girêdayî dewletê tên qetîlkirin û bi êrîşa zayendî re rûbirû dimînin.    Têkîldarî mijarê ji Baroya Şirnexê parezêr Aycan Îrmez nirxandin kir.   ‘Ewlehiya jin û zarokan nema ye’   Aycan, diyar kir ku biryarên li dijî Peymana Stenbolê tên gritin ne biryarên hiqûqî û wîjdanî ne û wiha axivî: “Hem ji aliyên jinan hem jî ji aliyê zarokan ve Peymana Stenbolê deskeftiyek gelek girîng bû. Bi têkoşînek gelek mezin ev deskeftî hate bidestxistin û niha bi rakirina vê peymanê ewlehiya jiyana jin û zarokan ji holê hat rakirin. Gava em ji aliyê civakî jî dinihêrin li ber çavên civakê jî ev peyman wekî ku 'ne li gorî sîstema malbatî' ye hate dejenerekirin. Gava em ji aliyê hiqûqî jî lê dinihêrin, qanûna bi hêjmara 6284 jî bi saya Peymana Stenbolê hat pêkanîn. Bi rakirina Peymana Stenbolê re qanûna bi hêjmara 6284’ê jî armanca wê ya esasî ji holê tê rakirin. Ji aliyê hiqûqî ve nerazîbûnên ji bo rakirina Peymana Stenbolê berdewam dikin.”   ‘Pirsgirêkên jinan biçûk dibînin’   Aycan, destnîşan kir ku pirsgirêkên jinan a di vê pêvajoyê de bi hewildanên desthîlatdariyê biçûk tên dîtin û got: “Di vî pêvajoyê de pirsgirêkên jinan gelek zêde ne. Hema hema her roj jin tên qetîlkirin bi dehan bûyerên destdirêjî û êrîşên zayendî pêk tên. Pirsgirêkêkên jinan biçûk tên dîtin û nîqaşkirina van pirsgirêkan tê astengkirin. Di rojevê de jî divê mijara sereke ewlehiya jin û zarokan be. Ji ber ku di vê pêvajoyê de jin ne di ewleyê dene. Bi polîtîkayên bêcezahiştinê jî qirkirina jinê pêk tê û ev qirkirin tê rewakirin.”   ‘Ev qanûn sîndordarkirina maf qanûn û hiqûqê ye’   Aycan, bilêv kir ku desthîlatdar jinê tenê di çarçoveya malbatî de pênase dike û got: “Niha jî qanûna tûrbanê tê nîqaşkirin. Jin wek ferdekê nayê hesibandin. Di pêvajoya niha de jin tim tune hatiye dîtin û mafên wê tune tê hesibandin. Ev sererastkirna vê qanûnê hem ji bo jinan hem jî ji bo kesên LGBTI wê pirsgirêkan pêk bîne. Bi taybetî jî ji bo LGBTI 'yan di rojên pêş de bingehekê nebaş xirab amade dikin. Ev qanûn sînordarkirina maf, hiqûq û edaletê ye.”   ‘Polîtîkayên bêcezhiştinê bandora neyînî dikin’   Aycan, li ser polîtîkayên bêcezahiştinê jî sekini û destnîşan kir ku polîtîkayên bêcezahiştinê baweriya bi edaletê qels dike û wiha axivî: “Li Şirnexê jî gelek bûyerên destdirêjî û tundiyê bi polîtîkayên bêcezahiştinê bi encam dibin. Wekî dosyaya Burak Ercan ê ku 42 xwendevan tacîz kiribûn û niha serbest tê darizandin. Hemû îtîrazên me yên Baroyê jî ji bo dosyayê hatin astengkirin. Polîtîkaya bêcahiştinê ya ji bo kiryaran li ser civakê û maxdûran bandorên neyînî dike. Gelek mexdûr ji ber wan polîtîkayan hem travma dijîn hem jî baweriya wan bi edalet û hiqûqê namîne.”   ‘Daxwazên baroyê tên redkirin’   Aycan, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku pêşî li hewildanên baro û parezêran ên ji bo dosyayan tê girtin û got: “Em jî hem wek Baroya Şirnexê hem jî  komisyona jin û zarokan bi qasî ji destê me tê hewil didin û ji bo tevlibûna dozan serlêdanê dikin. Lê belê daxwazên me hemû tên redkirin. Bi taybetî ji bo van dosyayan daxwaza mudahîlan divê were qebûlkirin. Heke ew were qebûlkirin pêşiya van polîtîkayên bêcezahiştinê hinek be jî dê were girtin. Li herêma Botanê jî bi taybetî gelek bûyerên ku di bin çekên unufomayî de tên kirin hene û ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê kiryar cesaretê digirin. Ew jî dibe sedem ku ev bûyer zêdetir bibin.”