Girtî li dijî tecrîdê piştgiriya hiqûqî dixwazin 2023-01-26 09:07:08     ÎZMÎR - Girtiyên 20 roj zêdetire di hucreyên ku mirov nikarin têde bijîn de dimînin, name şandin Baroya Îzmîrê û behsa pêkanînên dijmirovahiyê kirin û piştgiriya hiqûqî xwestin.   Li girtîgeha Jinan a Şakranê di 2’yê çile de girtî li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan yên li girtîgehan di greva birçîbûnê ya 10 rojan a dorveger de ne. Girtiya bi navê Mesîl Demîralp ya ji 1998’an heta niha girtiye û Rahşan Aydin ya ji 2015’an de ye girtiye, di 8’ê çile de nameyek ji Komîsyona Girtîgehê ya Baroya Îzmîrê re şandin û şert û mercê girtîgehê vegotin. Di nameya 20 rupelî de binpêkirinên tên jiyîn vegotin.   Girtiyên edlî jî binpêkirinên mafan dijîn   Girtiyên jin balkişandin ser binpêkirina mafan û diyar kirin ku ji bo dewlet berpirsyariya xwe bîne cih dîsa bedena xwe dane ber birçîbûnê û got: “Îdiayên wekê ku girtiyên siyasî manîpulasyonê dikin hene. Lê li koxuşên edlî jî binpêkirinên mafan yên giran tên jiyîn. Rastî heqeretên mezin tên. Îspata vê di kamerayan de tê dîtin.   Qedexe li gorî hesabên desthilatdariyê tên astengkirin   Tecrîda li Îmraliyê destpê kiriye li hemû girtîgehan bi bandor bûye. Hevdîtina bi malbat û parêzeran re, hevdîtina telefon, faks, name, pirtûk û kovar, rojname tevî mafên sereke yên girtiyane û qanûnîne li gorî hesabên desthilatdariyê tên astengkirin.   Jinan bi lêv kir ku binpêkirina mafan li hemû girtigehan tên jiyîn û binpêkirinên mafan yên li Şakranê wiha rêz kirin;   “*Rojnameyên reklaman nagirin, ketina wan ya girtîgehê qedexeye. Rojname li derve ne qedexene û yên tên jî bi kontrol digirin û hinek rojname nayê sîparîşkirin jî. Ji bijî kovara ‘Bavul’ û kovara xaçapirsan nadin. Abonetiya kovarê bi mehan nayên kirin. Di alî girtina pirtûkan de pirsgirêkên mezin tên jiyîn. Li gorî rêbazên nû pirtûkên bên jî divê di qeydên pirtûkxana netewî de bin.   * Li gorî talîmata wezareta dadê ku divê mehê du caran lêgerîna koxuşan bê kirin, di rastiyê de rojê  hema hema du caran lêgrîn tê kirin. Alavên jinan tên desteserkirin. Lavên wan digirin, girtiyan neçar dikin biçin ji kantînê yên nû bigirin.    * Bincilkên ku malbat tînin têlên wan tên derxistin. Torbeyên naylon nadin. Girtî neçar dimînin alavên xwe bikin hembêza xwe û bibin. Ferz dikin em ji kantînan poşetan bigirin. Benê eşofmanan nadin. Yên pêlavan nadin.   * Girtîgeh veguhertine yurdên kar. Girtiyên edlî mehane bi 500 lîra didin xebitandin û lêçûnên ceyrana yurda kar li hemû girtiyan tê barkirin û tevî alavên ceyranê li hucreyan bi sînore, fatureyên ceyranê li girtiyan bar dikin.   * Girtiyan dişînin bajarên dûr û malbatan jî ceza dikin.    * Pêvajoyên hevdîtinê, bikaranîna mafê telefonê, rastî cotstandartiyê tên. Di lêgerîna bi dîmen de tenê girtiyên edlî fêdeyê digirin. Pêvajoya hevdîtinê ya li gelek deverî tê dirêjkirin li Şakranê bi 45 deqeyî sînore.    * Rejîma yek mêrî di şexsê Meltem Babaoglu de li girtîghê tê domandin û midûr bi hinceta ‘mevzuatê’ gelek mafî xesp dike.   * Di lêgerîna koxuşan de mudaxalekirina lêgerîna cil û bergan, lêgerîna girtiyan dibe sedema cezayên dîsîplînê. Zêde xwendina pirtûkan dibe sedema taloqkirina tahliyeyê.    * Di hemû cezayên dîsîplînê de biryarên neyînî tên girtin.   * Mafê sohbeta 10 deqeyî ya bi koxuşên din re ku hefteyê carê tê kirin nayê nasîn. Mafê salona sporê girêdayê rewşa baş e. Nahêlin bi koxuşên din re derkevin. Tenê jî dernaxin hewadankê.   * Li ser daxwaza doktor ji bo tahlîla xwînê tên şandin lê xebatkarên tenduristiyê an jî ebe ji bo xwînê negirtin bûyerê derdixin û em nikarin xwe bigihînin mafê tenduristiyê. Doktor jî li dijî vê bêdeng dimîne.   * Em nikarin xwe bigihînin xizmeta tenduristiyê û dermanan. Ev zehmetî êdî ji rêzê tên dîtin. Xwarin ne paqijin. Serê xwarinan vekirine. Nayên kontrolkirin û mişk li ser digerin. Ji roja tesîsa çopê li girtîgehê hatiye avakirin pêşû zêde ne. Derman nakin.   * Nameyên ji girtîgehên din tên ji aliyê Girtîgeha Şakranê ve tên desteserkirin."    ‘Piştgiriya hiqûqî dikare hinek pirsgisrêkan çareser bike’   Jinan di dawiya nameya xwe de diyar kirin ku li hinek girtîgehan ji ber heman sedeman greva birçîbûnê hatiye destpêkirin û ji baro û rayagiştî daxwaz kirin ku bibin dengê girtiyan. Jinan wiha vegot: “Bêguman pirgirêk bi tevahî belkî neyên çareserkirin lê bi piştgiriya hiqûqî hinek pirsgirêk dikarin bên çareserkirin.”