Li Bestayê 6 YJA STAR’î jiyana xwe ji dest dan 2023-01-26 08:37:33     ŞIRNEX - Di çarçoveya operasyonên li Bestayê de 6 YJA STAR’î jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê 3 YJA STAR’î ku jiyana xwe ji dest dane li morga nexweşxaneya Şirnexê tê sekinandin.   Di çarçoveya operasyonên li herêma Bestayê de, di 22’yê Çileyê de 6 YJA STAR’î jiyana xwe ji dest dan. Hat zanîn ku di 23’yê Çileyê de cenazeyên YJA STAR’iyan rakirine morga nexweşxaneya dewletê ya Şirnexê.    Cenazeyên YJA STAR’î Gulnaz Ocal û Hamdiye Tekbîdak li Wanê, Leyla Saîn jî li Erûha Sêrtê hate veşartin.   Her wiha hat zanîn ku cenazeyên 3 YJA STAR’î li morga nexweşxaneya Şirnexê tê rawestandin.