Amadekariyên Konferansa Jinan a HDK'ê bi dawî bûn 2023-01-25 15:09:38     STENBOL - Konferansa Giştî ya Jinan a HDK’ê bi dirûşma "Serhildana me li dijî serdestiya mêr e, israra me ji bo jiyana azad û wekhev e. Jin, jiyan, azadî” dê di 28'ê çîleyê de beriya 12'yemîn Lijneya Giştî a HDK'ê pêk bê.    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) dê di 29’ê çileyê de bi dirûşma “Li dijî faşîzm û kedxwariyê em di meclisê demokratîk de bibin yek. Bi civaka rêxistinkirî û azad re jiyana nû ava bikin” 12’yemîn Lijneya Giştî li dar dixe. Amadekariyên lijneyê xelas bûn.   Her wiha Konferansa Giştî ya Jinan a HDK’ê jî dê rojek beriya Lijneya Giştî an ku di 28’ê çileyê de li Eywana Dawetan a Labellayê bi dirûşma “Serhildana me li dijî serdestiya mêr e, israra me ji bo jiyana azad û wekhev e. Jin, jiyan, azadî” bê lidarxistin.    Konferansa Jinan a HDK’ê dê saet di 10.00’an de bi axaftina Hevserok Esengul Demîr dest pê bike. Piştî Demîr dê Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan têkildarî pêvajoya siyasî biaxive. Dê delege, pêkhateyên HDK’ê û jinên femînîst tevli konferansê bibin   Piştî axaftinên destpêkê, konferans dê ji çapemeniyê re girtî bidome.    Her wiha 12’yemîn Lijneya Giştî ya HDK’ê jî dê di 29’ê çileyê saet di 10.00’an de dest pê bike. Lijne dê ji çapemeniyê re girtî bê lidarxistin. Li gel Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, dê nûnerên gelek rêxistinên pêkhateyên HDK’ê, delege, pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê, sendîkayên cuda û rêxistinên civaka sivîl jî tev li bibin. Hevserokên hatine hilbijartin dê encamnameyê bixwînin. Piştî saet 16.00’an jî dê pîrozbahî bê lidarxistin û ji çapemeniyê re vekirî be. Piştre dê Koma Lawje û Koma Çand û Hunerê ya HDK’ê derkevin ser dikê.    Hem di kongreyê de û hem jî di konferansê de dê hem pêvajoya rêxistinî, xebatên di nava salekê de hatine kirin û nexşerê bên nîqaşkirin.