Amnesty’ê banga rakirina ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiye kir 2023-01-25 13:35:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty International) bang li Hikumeta Şamê kir ku ambargoya li ser taxa Şêxmeqsûd ya li Helebê rake.   Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty International) li ser ambargoya Hikumeta Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşefeiyê yên Helebê ku piraniya wan kurd in, daxuyaniyek da.   Rêxistinê bang li Hikumeta Şamê kir ku ambargoya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşerfiye yên Helebê rake. Rêxistinê da zanîn ku dorpêç rê li ber derbaskirina pêdiviyên sereke û sutemeniyê digre.   Rêxistina Amnesty’ê ragihand ku ji ber dorpêçê pêdiviyên tenduristiyê tine dibin, welatî ji bo xwe ji sermayê biparêzin jî, bermahiyên plastîk û gelaş dişewitînin.