MED TUHAD-FED: Li dijî Komplo û Tecrîdê meş tê lidarxistin 2023-01-25 12:54:39     AMED - MED TUHAD-FED, KCD, DBP, HDP, TJA û saziyên sivîl di derbarê bernameya meşê ya bi wesîleya Komploya Navneteweyî, wê 15’ê Sibatê were lidarxistin daxuyanî dan.   Di pêşengiya Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Cezaxwariyan a Medê (MED TUHAD-FED) û bi beşdaerbûna Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevserokê giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, hevseroka giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Berdevka giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay re bernameya çalakiyên bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî, 15’ê Sibatê wê werin lidarxistin, bi daxuyaniyekê parve kirin. Di daxuyaniya li avahiya DBP’ê ya bajêr pêk hatiye de gelek kes û endamên saziyên sivîl beşdar bûn. Di avahiyê de pankartên li ser “Em ji bo Çareseriya Demokratîk ber bi Îmraliyê ve Dimeşin” û “Li Hemberî Tecrîdê Meşa Azadiyê” hene hatibûn daliqandin.   Metna daxuyaniyê ya kurdî ji aliyê hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û ya tirkî ji aliyê hevseroka MED TUHAD – FED’ê Safîye Akdag ve hate xwendin.   Metin wiha ye:   ‘Divê bi lez agahî were girtin’   Safiye bi van gotinan dest bi axaftinê kir: “Tecrîda li ser Birêz Ocalan a ku 24 sal in berdewam dike roj bi roj girantir dibe. Ev nêzî 22 mehan e di derbarê rewşa Birêz Ocalan de tu agahî nayê sitandin. Meha borî heyeta CPT’yê çû Girava Îmraliyê û tu daxuyaniyên şênber û zelal diyar nekirin. Ji ber vê bêdengiya CPT’yê fikar û şikên me û gel hîn zêdetir bûn. Nêzikatiya dewletê ya li hember Birêz Ocalan bandorê li çarenûsa hemû welêt dike. Tecrîda Îmraliyê çiqas giran bibe, welat zêdetir ber bi faşîzmê ve tê kişandin. Li ser vê rastiyê em bang li hemû hêzên demokrasiyê û raya giştî dikin ku li hemberî tecrîdê bi hestiyar bin û bertekên xwe nîşan bidin. Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye, helwesta me ya li dijî polîtîkaya tecrîdê jî li gel vî sûcî di heman demê de daxwaza me ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê, bi taybetî pirsgirêka Kurd û avakirina aştî û azadiyê ye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl dide li ser Birêz Ocalan polîtîkaya mirinê pêk bîne û bide jibîrkirin. Li Îmraliyê qanûn nîne û hemû pîvanên etîk hatine rawestandin. Divê bi lez derbarê rewşa Birêz Ocalan de bersivek bê dayîn û li gel parêzerên xwe hevdîtenekê pêk bîne. Ev mijara ku divê nebe amûreke siyasî, di nav gelên Tirkiyeyê û bi taybetî gelê Kurd de dibe sedema hêrs û fikaran. Divê hikûmet van fikaran çareser bike.”   ‘Ji bo çareseriyê em ber bi îmraliyê ve diçin’   Safiye got heta ku tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan bidome, Tirkiye wê nikaribe ji krîza aborî, siyasî û civakî ya ku tê de ye rizgar bibe. Safiye bi bîr xist ku tecrîda Îmraliyê tê wateya neçareserkirina pirsgirêka kurd, berdewamiya şer, xîzanî û krîzên giran. Safiye wiha berdewam kir: “Pergala desthilatdar bi salan e dixwaze di şexsê Birêz Ocalan de îradeyeke mezin a çareseriyê û aştiya civakî ya Tirkiyeyê jî di bin tecrîdê de bigire. Di şexsê Birêz Ocalan de pêşeroja azad a gelan di bin îpotekê de ye. Parlamenterên me bi rojan li ber TBMMê çalakiya rûniştinê pêk anîn û heta îro li hember vê çalakiyê tu bersiv nehat dayîn. Li hemberî vê yekê em ê di 6-15’ê Sibatê de meşeke xurt li dar bixin. Armanca sereke ya meşa me ya ku bi şiyara ‘ji bo çareseriyê em ber bi ‘İmraliyê ve Dimeşin’ wê ji Qoser û Geverê dest pê bike û heta Gemlikê bidome ew e ku bi lez Birêz Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne! Em aşkera diyar dikin ku êdî tehamûla me li hember vê siyaseta xapandinê nemaye. Heta ku ev tecrîda giran li ser Birêz Ocalan rabe em ê çalakiyên xwe bidomînin. Li hemberî tecrîdê êdî em ne li benda gotinên balkêş, xapandin û manîpulatîf in, em li benda gavên şênber in.”   Ji bo gel bangewazî!   Safiye bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Birêz Ocalan ji bo me û bi milyonan mirovan hêviya çareseriya demokratîk e. Em dixwazin vê hêviyê ji tarîtiya tecrîdê derxînin û li welatekî azad û demokratîk bijîn. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku xwedî li vîna aştî, azadî û demokrasiyê derkevin û hemû derdorên demokratîk piştgiriyê bidin meşa me.”