Li Colemêrgê mirina biguman a jinekê 2023-01-24 22:10:59     COLEMÊRG - Li Colemêrgê jina bi navê Gurbet Ceren li mala xwe bi awayekî guman mirî hat dîtin.   Li taxa Bulak a Colemêrgê jina bi navê Gurbet Ceren li mala xwe mirî hat dîtin. Ji bo jinê hat îdiakirin ku întîxar kiriye. Piştî bûyerê polîs û ekîbata tenduristiyê çû cihê bûyerê.    Cenaza wê ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxana Dewletê ya Colemêrgê.