Ji rêxistinên efûyê yên Efrînê ji bo CTP bang 2023-01-24 19:47:38     NAVENDA NÛÇEYAN - Saziyên hiqûqî, sivîl û partiyên siyasî yên herêma Efrînê bi daxuyaniyekê bang li CPTʹyê kir ku der barê rewşa tenduristiya Abdullah Ocalan de agahiyan bide.   Bi dehan endamên saziyên hiqûqî, yekitiyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî yên herêma Efrînê li qada Kampa Serdem a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn û têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan daxuyanî da.   Endamên Desteya Parastina Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan Cibraîl Mistefa daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de hate gotin, tecrîda li ser  Abdullah Ocalan berdewama Komploya Navneteweyî ye ku ev 24 sal e dewam dike. Her wiha hate diyarkirin ku tecrîd, cezayê dîsîplînê û pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê li dijî tevahî qanûn û peymanên navneteweyî yên mafên mirovan e.   Di daxuyaniyê de bang li CPTʹyê hate kirin ku raporek zelal li ser rewşa Ocalan parve bike.