Li Dihokê jinek ber bi întîharê ve hat birin 2023-01-24 16:42:02     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dihokê jinekê ji ber zextên mêrê pê re hat zewicdandin ber bi întîharê ve hat birin û jiyana xwe ji dest da.   Li başûrê Kurdistanê li navçeya Bedereşê ya Dihokê jinek ji ber zextên mêrê pê re hatibû zewicandin ve hat îdakirin ku  ber bi întîharê ve hatiye birin. Hat diyarkirin ku jina mamoste û ber bi întîharê ve hatiye birin li ser rêya Nexweşxaneya Şewatê hatiye dîtin.   Mudurê Nexweşxaneya Şewatê Şîrîn Enver derbarê bûyerê de wiha got, "Jineke ku bedena xwe dabû ber agir berê nîvro anîn nexweşxaneyê. Piştre hat diyarkirin ku jina anîne ji navçeya Berdereşê ye û bedena wê ji sedî sed şewitî ye."   Cenazeyê jina ku jiyana xwe ji dest da rakirin Morga Tipa Edlî ya Dihokê. Derbarê bûyerê de tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.