Hazine Oruç a li Hezexê hat binçavkirin, hat girtin 2023-01-24 16:27:03     ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê Hazine Oruç a 50 salî ku serê sibehê ji aliyê cendirmeyan ve hatibû binçavkirin hat girtin. Li Edliyeyê Hezexê cezayê Hazine li rûyê wê hat xwendin û ew şandin Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Şirnexê.   Di saetên serê sibehê de leşkeran bi ser gundê Hespîst ê navçeya Hezexê ya Şirnexê de girtin û dayika bi navê Hazine Oruç a 50 salî binçav kirin. Hate zanîn ku beriya niha bi angaşta "endamtiya rêxistinê" salek û 8 meh cezayê girtîgehê li Oruç hatiye birîn. Li Edliyeyê Hezexê cezayê Hazine li rûyê wê hat xwendin û ew şandin Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Şirnexê.