Hewcedarî bi şopandina tundiya polîsan nehat dîtin 2023-01-24 14:25:46     STENBOL - Platforma 25'ê Mijdarê ji bo ku di meşa li Taksîmê de bi tundiya polîsan nigê Dilbent Turker hatibû şikandin giliyê polîsan kiribû. Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê diyar kir ku ne hewce ye lêkolîn li ser tundiya polîsan bê kirin.    Platforma 25'ê Mijdarê ji bo ku di meşa li Taksîmê de bi tundiya polîsan nigê Dilbent Turker hatibû şikandin di 30'yê Mijdara 2022'yan de li Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê giliyê polîsan kiribû.Tundî li  Dilbent Turker hatibû kirin û Dilbentê emeliyat derbas kiribû. Jinan li ser vê yekê giliyê Walîtiya Stenbolê, Mudurê Emniyeta Stenbolê, Mudurê Şaxa Ewlehiyê Muhammet Hanifi Zengin kiribûn.    Biryara lêkolînê nake   Platforma 25'ê Mijdarê li ser hesabê xwe yê twittirê ev tişt parve kir:"Bi qansî polîsan kesên ferman dane jî sûcdar in! Em ê dev jê bernedin!"