Rojnameger Soma Xalid bi kefaletê hat berdan 2023-01-24 12:21:26     NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser giliyê Rêveberiya Nexweşxaneya Şar rojnamevanek hatibû binçavkirin, Şaxa Sendîkaya Rojnamevanan a li Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku rojnameger Soma Xalid bi kefaletê hatiye berdan.   Duh bi şev malbata rojnameger Soma Xalid a nûçegihana televziyona KNN’ê, bi rêya tora civakî ragihand ku Soma Xalid li ser giliyê Rêveberiya Nexweşxaneya Şar hatiye binçavkirin. Malbatê da zanîn ku ji bo lêpirsînê bang li Soma Xalid hatiye kirin.   Şaxa Sendîkaya Rojnamevanan a li Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku rojnameger Soma Xalid bi kefalet hatiye berdan.   Hêjayî gotinê ye rojnamevan Soma Xalid di 13’yê Mijdara 2022’yan de li ser malpera xwe ya tora civakî facebook’ê, derbarê Nexweşxaneya Şar ya li Silêmaniyê de nivîsek belavkiri bû. Bi hêceta neheqî li hemberî beşa Tenduristiyê ya Silêmaniyê kiriye, duh Soma Xalid ji bo lêpirsînê hatibû bang kirin.