Li Girtîgeha Panosê gefa sewqkirinê li girtiyan tê xwarin 2023-01-24 10:58:19     AMED - Lutfiye Kelekçîer ya li Girtîgeha Jinan a Tîpa L a Panosê girtî ye, bi lêv kir ku ji ber li dijî zextên derûnî û mehmeleya xerab derdikevin gefa sewqkirina bajarekî din li wan tê xwarin. Her wiha got:"Gelek zext li ser me hene. Em dixwazin dengê me bê bihîstin."   Di demên dawî de li gelek girtîgehan agahiyên binpêkirinên mafan tên. Li dijî van zext û tundiyan li gelek girtîgehan girtiyan dest bi grevên birçîbûnê kirine. Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) ji Girtîgeha Jinan a Tîpa L a Panosê jî girtî Lutfiye Kelekçîer, bi telefonê li hevala xwe Saadet Kûrt geriya û zext û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve li wan tên kirin ragihand. Saadet, der barê hevdîtina ku li ser telefonê bi Lutfiye re kiriye de axivî û behsa zext û tûndiya li ser wan kir.    'Em dixwazin dengê me bê bihîstin'   Saadet, diyar kir ku gelek girtî ji girtîgehê hatine sirgûnkirin û tiştên ku Lutfiye jê re ragihandine bi devê wê wiha wiha ragihand: "Gelek girtî ji girtîgehê tên sirgûnkirin. Girtiyên hatine sirgûnkirin jî wan dişînin Qeyserî, Tersûs, Enqere, Gîresûn, Tekîrdagê ku gelekî dûr in. Hinceta sirgûnkirinan jî “derketina li hemberî me”, “xwestina mafê xwe” nîşan didin. Dibêjin dengê xwe dernexin. Gava tên lêgerînan rojnameyên me yên ku em dixwînin kom dikin dibin. Gelek caran ji ber tiştên ku me nekirine ceza didin. Gava cezayê hevalên me dikeve binî salekê înfaza wan dişewitînin. Em çi dikin der barê me de girtek tên girtin. Du meh in bi daxwaznameyên gelek hevalên nexweş nabin revîrê. Hevalên nexweşiya dil, fitik, paypas derbas kirine hwd hene. Gelek derman hene ku hewce ye zû bê dayîn lê derman gelek dereng tên. Gava em jî bertek nîşanî vê yekê didin mûhatab nabin û girtek digirin. Cezayê wan girtekan jî cezayê pereyî, ragihandinê, nameyan e. Carna em navbera xwe de şahiyan li dar dixin û stranan dibêjin, lê ji ber ku stranên me kurdî ne girtekan digirin. Gelek zext li ser me hene. Em dixwazin dengê me bê bihîstin.”