Danîşîna yekem a doza kujerê Fîrdevs Babat sibe tê dîtin 2023-01-24 09:25:28   ŞIRNEX - Danişîna yekem a doza Ahmet Babat ê ku ji ber Firdevs Babat qetil kiribû hatibû vekirin dê sibehê were ditîn. Ji parezêrên dosyayê Hedîye Gokçe Baykal derheqê dozê de axivî û got: “Em ê heta dawiyê dozê bişopînin da ku bersûc û kesên ku alîkariya wî dikin di asta herî jor de bên cezakirin.”   Li bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qilebana Şirnexê cenazeyê Fîrdevs Babat a 17 salî ku di 18'ê tebaxê de li Qilabanê winda bûbû, li kêleka Çemê Hêzilê yê 15 kîlometreyan dûrî navçeyê di navbera du keviran de hatibû ditin. Bi aşkerebûna bûyerê re kujer Ahmet Babat hatibû girtin. Hatibû hînbûn ku Fîrdevs Babat bi çeka cerdevan Ramazan Babat ê birayê Ahmet Babat hatiye kuştin.   Li gorî rapora otopsîyê pêşî îşkence li Fîrdevsê hatiye kirin û paşê bi çekê hatiye qetilkirin. Her wiha di rapora otopsiyê de li ser laşê wê birîn û şopên êrişa zayendî jî hatibûn tespîtkirin.   Ahmet Babat ê ku di çarçoveya lêpirsînê de hatibû binçavkirin, bi îdiaya "Zarok bi zanebûn kuştiye" hat girtin. Serdozgeriya Komarê ya Qilebanê ku rapora sûcê "Bi zanebûn kuştina zarokê" temam kir, ji bo dozê ji Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê re şand. Danişîna yekemîn a kujer Ahmet Babat dê sibê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê were dîtin. Her wiha parêzerên Midûriyeta Malbat û Polîtîkayên Civakî ya Şirnexê jî dê tevlî daneşînê bibin.   ‘Gotinên bersûc tevahî bi nakok in’   Ji komeleya Berî Her Tiştî Zarok û Jin ku yek ji parezêrên dosyayê ye Hedîye Gokçe Baykal derheqê dozê de axivî. Hedîye, diyar kir ku di dosyayê de gelek mijarên ku nehatine lêkolînkirin hene û got: “Firdevs a 17 salî bi hincetên cuda yên wek senaryo hat qetilkirin. Gotinên bersûc tevahî bi nakokin û hewl dide ku xwe ji sûcê kiriye rizgar bike. Di dosyayê de gelek pirsgirêkên ku nehatine lêkolînkirin hene. Ji bo zelalkirina wan çi ji destê me bê em ê bikin. Di îdianameyê de behsa pilankirina sûc nehatiye kirin. Lê bersûc di îfadeya xwe de dibêje ku beriya bûyerê ew çûye malê û çek hildaye. Bêyî vê îfadeyê amadekirina îddianamê ji hêla dozger ve nayê qebûlkirin.”   Banga piştgiriyê   Hedîye, ji bo xwediderketina li dozê banga piştgiriyê kir û got: “Em ê heta dawiyê dozê bişopînin ku bersûc û kesên ku alîkariya wî dikin di asta herî jor de bên cezakirin. Kesên li herêmê destnîşan dikin ku bersûc berî vê jî li dijî  jin û zarokan sûcên ku kirine hene. Divê hemû sazî û platformên jinan xwedî li vê dozê derbikevin û ji her aliyî ve piştevaniyek were kirin.”