Cangoriyên karesata Şêxmeqsûdê tên veşartin 2023-01-23 14:46:26     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Helebê bi deh hezaran kes ji bo veşartina 16 kesên li Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dane, kom bûn. Şaxên zeytûnê danîn ser tabûtên kesên jiyana xwe ji dest dane.   Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê li pêşiya Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir kom bûn û ber bi goristana gundê Pino ve meşiyan. Şaxên zeytûnê danîn ser tabûtên kesên jiyana xwe ji dest dane.   Kesên jiyana xwe ji dest dane ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê, ji Efrînê koç kiribûn.   Hate ragihandin Waêl Ehmed Rîhanî (37), Îvana Waêl Rîhanî (20 rojî), Dûaa Hesen Silêman (29), Zarîfe Îbo (33), Cengîz Îbo (14), Hemîde Carûr (7), Cemal Carûr (10), Yûsif Carûr (3), Meysa Carûr (20), Gulnaz Kado (33), Resûl Îbo (46), Zeyneb Receb Ehmed Osman (42), Wîsal Seîd Carûr (70), Ridwan Sebrî Mihemed (57), Êvliyan Îbo (10) û Subhî Carû di hilweşandina avahiyê de jiyana xwe ji dest dane.