Malbata Senyaşar bang li HSK'ê kir 2023-01-23 13:02:37   RIHA - Ferît Şenyaşar di roja 686'an a Nobeda Edaletê de axivî û got, "Li vir ne qanûn, fermanên serdestan tên pêkanîn. Divê mufetîşên HSK’ê di zûtirîn dem de bên vir.”   Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 686’an de li ber edliyeya Rihayê berdewam kir.    Bang li HSK'ê kirin   Ferît Şenyaşar li ber edliyeyê axivî, bal kişand ser dema di ser komkujiyê re derbas bûye û diyar kir ku ev 4 sal û nîv in bêhiqûqî û bê edaletî dewam dike. Ferît got, “Em ji vir bang li Wezîrê Dadê dikin; Ne tenê Riha, hemû Tirkiye bi vê neheqî û bêhiqûqiyê dizane. Ne qanûnên heyî ferman tên dayîn. Divê mufetîşên Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) di zûtirîn demê de bên vir. Divê ew bêhiqûqiya ku li vir diqewime bişopînin. Qêrîna edaletê ya vê dayika ku du zarokên xwe û hevjînê xwe winda kiriye û kurê wê bi neheqî di girtîgehê de ye divê bê bihîstin. “Em dixwazin ev neheqî bê sererastkirin."