Rojnameger Dilan Oynaş disa serbest nehat berdan 2023-01-23 12:16:31       ENQERE - Serbestberdana Rojnameger Dîlan Oynaş a ku 6 sal in li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye û tevî ku cezayê wê qediyaye jî ji aliy Îdareya Girtîgehê û Lijneya Çavdêriyê ve cara sêyemîn bi hinceta cezayê wê yê dîsîplînê heye hat astengkirin.    Rojnameger Dîlan Oynaş a ku ji sala 2016'an û vir ve li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" girtî ye, bi biryara Lijneya Rêvebir û Çavdêriyê li gel ku cezayê wê di 26'ê Nîsana 2022'an de qediyaye jî di girtîgehê de tê girtin. Lijneya Îdare û Çavdêriyê di 27ê Nîsana 2022'an de bi îdiaya ku 'rewşa wê ya baş tune ye' serbest berneda bû. Di 21’ê Tîrmehê de berdana Dîlan cara duyemîn ji aliyê Desteya Rêveber û Çavdêriyê ve hate nirxandin. Piştî ku Lijneya Îdarî û Çavdêriyê cara duyemîn kom bû, ji ber ku Dîlan “poşmanî” qebûl nekir, dîsa ew serbest berneda û 6 mehên din di girtîgehê de mayîna wê dirêj kir.   Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya ku di 21ê Çileyê da cara 3'yemîn civiya, ji ber cezayê dîsîplînê yê Dîlanê heye ew careke din serbest berneda.