Raperîna 'Jin jiyan azadî' berdewam dike 2023-01-23 10:39:22     NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana rojhilatê Kurdistanê û Îranê ligel zext û êrişan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" berdewam dike.    Tevî sermaya zivistanê û zextên dewleta Îranê, çalakî û nerazîbûnên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dikin. Çalakiyên li derve jî ji bo zextê li cîhanê bikin ku Supay Pasdaran weke ‘rêxistineke terorîst’ bê ragihandin berdewam dikin.   Duh ku di heman demê de salvegera damezirandina Komara Kurdistanê bû, bi awayek cuda li Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên ‘Jin, jiyan, azadî’ hatin kirin.   Li Serdeşt û Mehabatê hejmarek ciwanên apoyî, ji bo salvegera Komara Kudistanê çalakî kirin û diyar kirin ku wê li ser şopa armancên Komara Kurdistanê û serxistina serhildana ‘Jin jiyan azadî’ bimeşin.   Li Îranê bi awayê nivîsandina dirûşme û daleqandina pankart ên li cihên giştî çalakiyên nerazîbûne pêk hatin.   Li Tehranê hejmarek kêmendam li dijî rakirina bûdceya taybet a kêmendaman nerazîbûn nîşanî hikûmeta Îbrahîm Reidî dan.   Her wiha li derveyî Îranê, li bajarê Fransa Parîsê, Glasgow, Scotland û paytexta Belçîka, Brukselê hejmarek çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakî kirin û ji welatan xwestin ku Supay Pasdaran bi fermî weke ‘rêxistinek terorîst’ nas bikin. Di heman çarçoveyê de hejmarek ji çalakvanên kurd û Îranî li bajarê Toronto yê Kanadayê karwanek wesayîtan organîze kirin û li nav bajêr geriyan. Çend dirûşmên li dijî Supay Pasdaran û desthilata Îranê bilind kirin.   Kolektîfa “Jin jiyan azadî” duh bi bangawaziyekê ragihandibû ku ji bo piştgirî û parastina destkeftiyên şoreşa “Jin jiyan azadî” wê di 28’ê çile de li paytexta Brîtanya Londonê meşekê li dar bixe. Meş wê di saet 13:00’an de li ber BBC’yê destpê bike û heta saet 16:00’an berdewam bike.