ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2023'YAN 2023-01-23 09:00:00     *Selma Gungor da zanîn ku Şebnem Korur Fîncanci û endamên din ên TTB’ê ji ber heqîqetê dibêjin dibin hedefa desthilatdariyê û got wê destur nedin ku TTB bibe midûriyeteke wezareta tenduristiyê. DÎMEN HEYE   *Berxwedana li Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî hat destpêkirin didome. Jinan diyar kirin ku wê bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ berxwedanê mezin bikin. DÎMEN HEYE   * Endama Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP’ê Ronahî Tunç da zanîn ku  yekane rojeva ciwanan a sala 2023’an wê tecrîd û têkbirina deshtilatdariyê be. Ronahî wiha got: “ Di sala 2023’an de wê azadî hîn nêztir be. Wê têkoşîn bilind be. Serkeftin wê bi taybet a jin û ciwanan û hemû civakê be.” DÎMEN HEYE   *Aktîvîsta TJA’yê Sevîl Rojbîn Çetîn ku di 2020’an de bi îşkencê hatibû binçavkirin û girtin, doza wê sibê tê dîtin. Parêzera wê Ekîn Yeter diyar kir ku hebûna dosyayê bi giştî binpêkirina maf e û her pêngava Rojbînê sûc hatiye dîtin. Ekînê  banga tevlibûna rûniştinê kir. BÎ DÎMEN