Hevdîtina Egeyê: Em hêza xwe ji biryarbûna xwe digirin 2023-01-21 20:44:41     ÎZMÎR - Di hevdîtina Egeyê de ku bi pêşengiya  Jin Bihevre Xurtin pêk hat de hat diyar kirin ku gotina her pêkhateyê girînge û peyama wê li dijî desthilatdariyê rêxistinê berfireh bikin hatin dayîn. Her wiha hat diyar kirin ku hêza xwe ji biryarbûna xwe digirin.   Jin Bihevre Xurtin (KBG), li Şanoya Ciwanan a Kulturpark a Îzmîrê  Hevdîtina Egeyê pêk anî. Ji Îzmîr, Aydin, Manîza, Denîzliy3e gelek jin tevli bûn. Her wiha dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz, aktîvîst femînîstên Îranî,  jinên ji rêveberiya HDP û Partiya Karkeran a Tirkiyeyê tevli bûn. Li ser navê jinan axaftina vekirinê Dîdar Gul û Mehtap Alîşan kirin.   Jin wê xwe rêxistin bikin   Dîdar Gul da zanîn ku jin ji bo destkeftiyên xwe berxwe didin û da zanîn ku ji bo li dijî êrîşên desthilatdariya AKP-MHP’ê sekna xurt nîşan bidin ji bo rêxistinbûnê li vir hatine gel hev. Dîdarê bi lêv kir ku ew hêza xwe ji mafdariya xwe digirin û got: “Desthilatdarî bi awayekî tund êrîş dike. Ji ber bersiva herî xurt ji jinan digirin, êrîşê jinan dikin. Lê em jin hêza xwe ji biryarbûna xwe digirin. Sazbûneke jinan a serbixwe û rêxistinkirî ya jinan gelek girînge. Hewce heye ku sazbûneke ku gotina her pêkhateyê bi bandore, bê xurtkirin.   Mehtap Alîşan jî axaftinek kir û da zanîn ku divê jin bi tişta heyî xwe sînor negirin û got ew bi biryarin ku xwe mezin bikin.    Piştî axaftina vekirînê sînevîzyonek hat nîşandan. her wiha piştre dayika Aştiyê Fehîme Poyraz jî mafê axaftinê girt û da zanîn têkoşîna jinan pêşiya mêran jî vedike û got jin her tim xurtin. Aktîvîsta Îranî Meryem Gharakhanî jî axivî û got ew îro ji bo Jina Kurd Jîna Emînî ya hatiye qetilkirin li vir in   Hevdîtin bi stranên koma Muzîkê ya Susîkan  bidawî bû.   Di encamnameyê de ev tişt cih girtin:   “Di nîqaşên di mijara Lêgerîna Azadiyê ya di bin lepê Malbata Patrîarkal de; me polîtîkayên desthilatdariyê yên malbatê, hepskirina jinê û keda jinê ya nayê dîtin nîqaş kir. Em li îstîsmarkirina zarokan ku nayê xwestin bê teşhîrkirin sekinin. Em li ser têkoşîna jinê sekinîn. Em di têkoşîna hevpar  a li dijî polîtîkayên desthilatdariyê de bûn yek.    * Di sernavê Têkoşîn, polîtîkayên bêcezahiştin û tundiya mêr de; tundiya bi feshkirina Peymana Stenbolê re zêde bûye, xeta têkoşîna li dijî politîka bêcezahiştinê hat nîqaşkirin. Ji ber dadgehan heta qadên 8’ê Adar û 25’ê Adarê em li ser mezinkirina têkoşînê sekinin. Em li ser têkoşîna rêxistinkirî ya em bihevre xurtin sekinin.   * Di sernavê keda bêpere- bipere ; Me keda jinê y anayê dîtin nîqaş kir û me li ser daxwaz û asta hişmendîbûn û poîzyona jinan a di tevgera kedê de nirxandin kir.   * Di sernavê Têkoşîna Jinan a li Zanîngeha Bilind dibe de; Em li ser dînamîkên têkoşînê ya li zanîngehan sekinin. Me têkoşîna avakirina Yekîneya Şopandina Tacîza Zayendî ya li hember Jinan axivîn.